12:58:32
Rojava News: Tora Sûrî ya mafên mirovan raporek nû diyar kir û di rapora xwe de diyar kir ku guman heye Rûsiya di êrîşa Kîmawî de bi ser bajarê Xan şêxûn ve beşdar bûye.
Rapora torê bi navê "Balafirên Rûsî alîkarî bi hêzên rejîmê kirine di êrîşa Xan şêxûn de."
herweha raporê amaje kir ku balafirên şer yên guman hene ku Rûsî bin hewldan ku kesên bi kîmawî hatin êrîşkirin bikuje, û tore hejmarek ji êrîşên balafirên şer guman hene ku Rûsî be piştî êrîşên kîmawî yên rêjîmê wan balafiran navendek pijîskî topbaran kir, û herweha bingeheke berevaniya sivîl.
Di heman raporê de rêxistinê diyar kir ku bi vê yekê ne tenê Rûsiya dizane ku êrîşa kîmawî heye, lê herweha tê de bûye beşdar.