Print this page

Li bajarê Babê teqînek pêkhat

09:24:03

 

Rojava News: Li bajarê Babê yê Sûriyê di encama teqîna mayîneke çandî de 3 çekdarên Opozîsyona Sûriyê jiyana xwe ji dest dan.

Li çavkaniyê navxweyî îro, Çarşemê li bajarê Bab yê Sûriyê teqîneke pêkhat, di encama wê de 3çekdarên Opozîsyona Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din birîndarbûn, mayina çandî ya teqiyayî li navenda bajêr hatibû bicihkirin.

Hate ragihandin ku kesên birîndar bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê û li wir tên dermankirin. Hate eşkerekirin ku dermankirina 4 kesan dewam dikin.