Print this page

Rûsiyê careke din Artêşa Azad li Byabana Sûriyê armanc dike

3:52:12 PM

RojavaNews: îro  1 . 6. 2017 Jêderan ji Opozisyona Sûriyê  ragihand ku ,Rûsiyê êrîşên asmanî birin li ser navçeyên Artêşa Azad li byabana Sûriyê .

wan jêderan diyar kir , ku bombebarana Rûsiyê navçeyên bîr Alqeseb û Til Dekwe li byabana Sûriyê armanc kirin , ku Artêşa Azad  hewldide ku, rê li ber  pêşveçûnên Rêjîma Sûriyê ber bi Dergihê Tinifê yê bi sînorê Urdinê û Iraqê ve  bigrin .

Fesîleyan ji  Opozisyona Sûriyê yê ku Waşunton piştevaniya wan dike duh çarşembê ragihandin ku ,di dema wan hewl dida ku , ew li byabana Sûriyê pêşve biçin  balefirên şer ê Rûsiyê ew armanc kirin.