13:21:48
Rojava News: Tirkiyê ragihand, piştî operasyona Mertala Firatê û heta niha 41 hezar û 586 koçberên Sûriyê vegeriyane warê xwe.
Fermangeha Karûbarê Koçberan li Dîlokê amareke nû derbarê vegera koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê bo welatê xwe de belav kir û ragihand, ku ji dema destpêkirina operasyona Mertala Firatê ve heta niha hêdî hêdî xelkê Sûriyê vedigerin welatê xwe.
Wê saziya ser bi hikûmeta Tirkiyê ve tekez kir, ku piraniya wan koçberan xelkê wan navçeyan in ku di operasypna Mertala Firatê de ji destê DAIŞê hatine derxistin û niha di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û çekdarên çend komên girêdayî Dijbereya Sûriyê de ne.
Li gor amara herî dawiyê, 41 hezar û 586 koçberên Sûriyê bi xwesteka xwe vegeriyan Sûriyê.
Artêşa Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016ê de dest bi operasyona Mertala Firatê kir û bajarên weke Cerablus û El-Bab û bi dehan gundên ser bi wan bajaran ve, bi giştî herêmek bi berfirhiya derdora 2 hezar kîlometran kontrol kirin.