Print this page

Deyrezor : Balefirên hêzên hevpeyman du bîrên neftê kirin armanc!

13:38:43

 

Rojava News: Balefirên şer ên hêzên hevpeymana navnetewî ya dijî DAIŞê, du bîrên neftê yên li Sûriyê kirin armanca êrîşê.

Li gor raporta ragehandina Sûriyê balefirên şer ên hêzên hevpeyman du bîrên neftê li parêzgeha Deyrezor kir armanca êrîşê û ziyaneke mezin gehande wan.

Li gor raportê, du bîrên neftê yên El Omer û El Werd ku dikevine rojhilatê parêzgeha Deyrezor a Sûriyê û ji aliyê hêzên hevpeyman ve bûn armanca êrîşê.

Derbarê vê êrîşê de heta naha hêzên hevpeyman ti daxuyaniyek nedaye.