13:23:24
Rojava News: Amadekariya operasyona rizgar kirina bajarê Reqayê ku wekê paytexta DAIŞê ya li Sûriyeyê tê zanîn hatin temamkirin. Hate ragihandin ku her roj bi hezaran sivîl bajêr di terikînin.
Rêxistina Bijîşkên Bêsînor (MSF) ragihandin ku her roj bi hezaran sivîl ji Reqayê direvin xwe dispêrên kampên li bakurê Reqayê dikin. MSFê eşkere kir ku heta niha 10 hezar sivîl xwe sipartine kampan.
Tê payîn di rojên beriya me de operasyona Reqayê dest pê bike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk te, bi piştgiriya hêzên koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşendiya wê dike, amadekariya ketina Reqayê dikin.
Reqa ji aliyê HSDê ve hatiye dorpêçkirin û niha du kîlometro dûrî navenda Reqayê ne.