Print this page

Pentagon li ser operasyona Raqayê daxuyanî da!

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Jeff Davis li ser operasyona Reqayê ragihand: “Me ji bo gel ji esman ve agahdarî belav kir ku bajêr terk bikin. Bi taybetî jî me hişyarî da, ku Çemê Firatê derbas nebin, çimku kesên ku hewl bidin derbas bibin, em lê dixin.”

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Jeff Davis li Pentagonê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û li ser operasyona Reqayê, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Davis li ser piştgiriya ku di operasyonê de dane Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere kir, di vê operasyonê de hevpeymanên Amerîkayê bi mûşekên HIMARS, hawin û helîkopterên Apache piştgirî didin.

Jeff Davis diyar kir, ku li Reqayê çend sed çekdarên DAIŞê mane û serkirdeyên rêxistinê ji wî bajarî derketine.

Li ser pirsa “gelo di vê operasyonê de baregeha esmanî ya Încîrlîkê bi kar tînin an na?” Davis got: “Em baregeha Încîrlîkê bi kar tînin.”

Davis destnîşan kir, beriya ku operasyon dest pê bike, welatiyên li Reqayê hişyar kirine û got: “Welatiyên wî bajarî, eger bikaribin ji wir derkevin, ji bo derkevin em wan teşwîq dikin. Birastî pir dijwar e. DAIŞ dixwaze gel li wir bimîne. Hin agahî hene, DAIŞ kesên ku dixwazin ji wir birevin dikuje.”

Li ser pirsa “gelo ji bo sivîlan korîdorek hatiye vekirin an?” Jeff Davis diyar kir: “Me ji bo gel ji esman ve agahdarî belav kir ku bajêr terk bikin. Bi taybetî jî me hişyarî da, ku Çemê Firatê derbas nebin, çimku kesên ku hewl bidin derbas bibin, em lê dixin. Eger DAIŞ bihêle ew derkevin, derfet heye ku ji bajêr derkevin.”

Hevpeymaniya li dijî DAIŞê bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê bakurê rojhilat û rojava ve dorpêç kiriye, bi hilweşandina pirên li ser Çemê Firatê, hewl dide pêşî li DAIŞê bigre da ku ber bi başûr ve nerevin.