Print this page

Rûsya: DAIŞ dê bê şer ji Reqayê derkeve

13:07:21

 

Rojava News: Serokerkanê Artêşa Rûsya ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî û çekdarên DAIŞê ji bo radestkirina bajar û mavçeyan lihev kirine.

Serokerkanê Rûsya Sergey Surovîkîn eşkere kir, ku çekdarên DAIŞê bê şer bajarokên ser bi Reqayê ve û bi lihevkirinê radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin.

Sergey Surovîkîn herwiha got, destê hevpeymaniya navdewletî jî di wê lihevkirinê de heye.

Ev çend carin ku berpirsên Rûsyayê, bi fermî Hêzên Sûriyeya Demokratîk tohmetbar dikin, ku ji bo radestkirina Tebqayê û niha jî bo radestkirina Reqayê, rêkevtin bi DAIŞê re kirine.

Li hember wê jî, fermandarên HSDê red dikin û dibêjin, ti rêkevtineke wan bi DAIŞê re tune ye.