Print this page

Dergehê Bab alhewa yê sînorî jibo cejna remezanê vekrî ye

3:23:22 PM

RojavaNews: Rê jibo penaberên Sûriyê yên ku li turkyê dimînin bo seredana Sûriyê bi helkefta hatina cejna remezanê hat vekirin.

rêveberya dergehê bab alhewa yê sînorî di navbera bakur û rojavayê kurdistanê de raghand ku, ji roja sêzde ta bîst û sêyê vê mehê derî li ber seredana penaberên Sûriyê bo welatê xwe jibo cejna remezanê vekrî ye.

Rêveberya dergehê bab alhewa herweha da zanîn ku ,ji bîst û heştê vê mehê ta çardehê meha bê jî dergeh jibo vegerê vekirye, dergehê bab alhewa niha di bin kontrola girûpên çekdar yên bi ser pozsyona Sûriyê deye û tenê ji bo rewşin mirovahî û awarte tê vekrin.