Print this page

Wezîrê Karên derve yê Amerîkayê bang kir: Dorpêça li ser Qeterê sivik bikin

23:45:22

 

Rojava News: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bang li welatên kendavê kir ku siyaseta dorpêçê ya li dijî Qeterê sivik bikin.

Tillerson ragehand, ev siyaset ji aliyê mirovî ve dibe gelek encamên xirab li gel xwe derxe holê.

Herwaha Rex Tillerson di axaftina xwe de pesnên, emîrê Qeterê da, ji ber xwastiye li dijî grubên terorîst hin sînordar kirinan pêkbîne û fînasmanên wan kêm bike gelek xebat kirine û got: ‘’Emîrê Qeterê pêwîste ji wê zêdetir bike.’’

Wezîrê derve yê Amerîkayê diyar kir; ‘’Tengezariya naha li herêmê heyî bi terorê re tekoşînê û hevkariya herêmî û herwaha di xebatên aborî yên li herêmê dê xirab bandorekê pêkbîne.’’

Serokê Amerîkayê Donald Trump berevajî vê yekê Qeter ji ber piştevaniya fînansî li grubên terorîst re kiriye tometbar kir û bang li Qeterê kir dawî li vê yekê bîne û got: ‘’Me li gel Rex Tillerson biryar da em bang li Qeterê bikin piştevaniya fînansal a ji bo terorîzmê bi dawî bike.’’

Herwaha Trump gotibû: ‘’Dest li wî tiştî berdin ku mirov kuştinê fêrî hin mirovên din bikin, em dixwazin careke din we di nav yekitiya netewan de bibînin.’’