4:18:37 PM
RojavaNews: Koalîsyona Sûriyê daxwaz ji Endamên civaka Navdewletî kir ku, bi erkê xwe rabin, li hember berdewamiya hêzên Rijêmê û aliyên palpiştên wê di bikaranîna bermîlên teqîner yên bi napalim û çekên bitewş û yên qedexekirî li dijî sivîlên Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku hêzên Rijêmê û bi piştgiriya milîsên Îranê bêhtir ji 7 roja ye hêzên xwe kom dike û, dest bi operasyoneke leşkerî ya dijwar li dijî taxên rizgarkirî dike, û di heyamê di navbera 4 heta 11'ê gulanê de ew tax bi 446 bermîlên teqîner û bi 456 mûşekên "zemîn-zemîn û 92 êrîşên firokên Rûsiya hatine bombebaran kirin, û têde bi dehan sivîl tevî jin û zarokan hatin kuştin û birîndarkirin.