12:04:39
Rojava News: Amerîkayê ji ber Tevgera Hemas a Filîstînê hikûmeta Lûbnanê hişyar kir.
Piştî hejmarek welatên ereb ji ber piştevaniya grubên îslamî peyvendiyên xwe yên li gel Qeterê qut kirin, wî welatî pênc rêveberên Hemasê ji welatê xwe derxist û hat gotin ku ew pênc rêveberên Hemasê diçin Lûbnanê.
Balyozxaneya Amerîkayê li Lûbnanê hişyarî da hikûmet û berpirsên bilind ê Lûbnanê ku wan rêveberên Hemasê li welatê xwe rê nedin ku bicîh bibin.