Print this page

Amerîkayê sîstema mûşekî li nav Sûriyê bi cih kir

 

02:50:25

Rojava News: Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, Amerîka sîstema mûşekan a HIMARSê cardin li Sûriyê bi cih kiriye û dibe ku li Sûriyê bixe.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê de hatiye diyarkirin ku sîstemên mûşekan li Baregeha Tenefê ya Amerîkayê ya li Sûriyê hatine bicihkirin û dibêje: “Bicihkirina çekên biyanî, divê bi koordînasyona rêveberiya Sûriyê were kirin.”

Weke din di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li ser sînorê Urdinê li dijî hêzên alîgirê hikûmeta Sûriyê çendîn car êriş kirine û dibêje:

“Dibe ku êrişên bi vî rengî di siberojê de cardin derkevin holê, heta em dikarin êdî bi van HIMARSan bifikirin ku dê bibe. Armanca Amerîkayê ya li ser Sûriyê çi ye û leşkerên Amerîkayê li wê derê bi kê re şer dike?”