14:20:12
Rojava News: Rêxistina zarokan ya Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ji ber kêmbûna alîkarîya diravî ji dewletên cîhanê, nêzî 9 mîlyon zarokên Sûrî yên hindur û dervayê welêt di rewşeke dijwar de ne
UNICEF da zanîn ku di budceya programên wê yên li barê Sûrîyê bi kêmahîya 220 mîlyon dolaran heye û ew yek ji sala 2011ê vir ve rewşa herî xirab e.
UNICEF ji bo sala 2017yê banga 1.4 mîlyar dolar alîkarîya diravî kir ku pêdiviya xizmetên alîkarî û perwerdeya zarokên sêwî, bêcîhûwar û ji şerê navxweyî yê Sûrî zarar dîtine, pê heye.
Rêxistina penaberan ya Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) roja Sêşemê ragihandibû wê ta niha tenê 29 mîlyon dolarên ji budceya xwe ya $153 mîlyon dolarî kom kiriye.