Print this page

Çekdarên dijbereya Sûriyê koçberên Kurd girtine

18:25:50

 

Rojava News: Çekdarên dijbereya Sûriyê li ser deriyê sînorî yê Bab Eselame li Ezazê çend koçberên Kurd girtin.

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarên dijbereya Sûriyê li ser deriyê sînorî yê Bab Eselame çend penaberên Kurd girtine.

Li gor çavkaniyê, dema ku hejmareke koçberên Kurd, ku xelkê Efrînê ne, ji Tirkiyeyê vedigeriyan, li deriyê sînorî ji aliyê çekdarên dijbereyê ve hatine girtin.

Çavkaniyê diyar kir ku çekdarên dijbereyê reftareke xirab li gel koçber kirine û rê nedane wan ku biçin Efrînê.

Li gor çavkaniyê heta niha hejmara koçberên girtî ne diyar e.

Hikûmeta Tirkiyê molet daye koçberên Sûrî ku ji bo cejna Remezanê derbasî Sûriyê bibin û piştî cejnê jî, ew penaber dikarin vegerin Tirkiyê.