10:18:38
Rojava News: Netewên Yekgirtî penabereke Sûrî wek Balyoza Niyazpakiyê destnîşan kir, ku bû yekem penaber û biçûktirîn balyoz di dîroka Netewên Yekgirtî de.
Netewên Yekgirtî penaber û çalakvana Sûrî Mizwên El-Milîhan wek Balyozê Niyazpakiyê ji bo rêxistina UNİCEF destnîşan kir. Rêveberê Cibecîkar di UNİCEFde Justin Forsyth jî ragihand, “Hêz û wêrekiya Mizwên El-Milîhan karînê dide me ku em armancên xwe yên mirovî bicih bînin û em serbilind in ku ew keça Sûrî bibe Balyoza Niyazpakiyê bo rêxistina me.”
Mizwên El-Milîhan 19 salî ye, ligel malbata xwe ji sala 2013an ve ji Sûriyê reviyan û li kampa Zeterî ya li Urdinê dime. Ji ber çalakî û alîkariya wê bi penaberan re di kampa Zeterî de jî, gelekî deng vedabû.