Print this page

Îsraîl: Mûşekên Îranê li Sûriyê negeheştin armanca xwe!

10:41:40

 

Rojava News: Piştî ku Îranê di nav axa rojhilatê Kurdistanê ve çend mûşek avêtin binkeyên DAIŞê yên li Sûriyê, beşek welatên navçeyê û bi taybet jî Îsraîl ew reftara Îranê wek peyamek ji welatên navçeyê re nirxandin.

Vê derbarê de rojnameya Îsraîlê Haaretz belav kir, Îranê bi giştî 7 mûşek avêtine û 3 ji wan diyar nînin ka li kuderê ketine xwar û 2 mûşek jî kurt lêdane û li Iraqê ketine xwar, lê tenê 2 mûşek geheştine armanca xwe.

Li gor ajansên Îranê ew mûşekên ku ji parêzgeha Kirmanşanê ve hatine avêtin geheştine armanca xwe û li Sûriyê li binkeya DAIŞê ketine.

Hikûmeta Îsraîlê zanyarî di vê derbarê de komkirin û ragehand, her 7 mûşek jî cureya Zilfeqar bûne û Îran dibêje teknolojiyekt bihêz di wan mûşekan de hatiye bikaranîn û bi awayek herî zirav li armancên xwe dikevin, lê bi dehan kîlometre dûr ji armanca xwe ketin xwarê.