12:38:31
Rojava News: Hêzên Rikberiya Sûrî, duh êvarî, hejmareke mezin ji leşkerên Hêzen Rêjîmê kuştin, di encama hewldaneke Rêjîmê da ku navenda berevaniya asîmanî li rojavayê Deraa kontrol bike.
Rikberiya Sûrî ragihand ku wê çar leşkerên rêjîmê dîl girtin, û herweha sê tank jî wêran kirin, di dema ku tankek ji cûrê T72 jî standin.
Hêzên Rikberiyê navenda leşkerî bigiştî vegerandin, piştî pevçûnên dijwar bi Hêzên Rêjîma Sûrî re, û di encamê de 20 leşkerên Rêjîmê haitn kuştin û bi dehan birîndar ketin.