Print this page

Esad li Hemayê çû nimêja cejnê

11:51:15

 

Rojava News: Serokê Dewleta Sûrîyê Beşar Esad li bajarê Hema li mizgefta El Nûrî nimêja cejnê kir.

Li gor medya Sûrîyê û parvekirinên ser medya civakî Serokdewletê Sûrîyê Beşar Esad li Hemayê çû nimêja cejna Remezanê û cejna gelê Sûrîyê pîroz kir.

Dîmenên li mizgefta El Nûrî ya Hemayê ku Beşar Esad lê nimêj kir, hatin parvekirin.

Mizgefta Nûr dikeve naverastê navçeya şûnwarên bajarê Hemayê û li taxa Geylanî ye.

Mizgefta Nûr di sala 1162yê zayînî û 558ê hicrî de, ji aliyê Nûredîn Zengî ve hatiye çêkirin.