03:27:36
Rojava News: Artêşa Îsraîlê ragihand ku li 2 binkeyên eskerî yên hikûmeta Sûriyê û û vesayita cepxanê lê barkirî xistiye.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li beramberî moşekên ji aliyê Sûriyê hatin avêtin li 2 binkeyên leşkerî yên aîdî Sûriyê û TIReke ku cebhane bar dikir xistiye.
Nehat diyarkirin ka ev êriş ji asman ve hatiye kirin an bi topan. Berê jî di daxuyaniyekê de hatibû gotin ku hin roketên ji aliyê Sûriyê hatine avêtin rastî Girên Golanê hatine.
Artêşa Îsraîlê duh jî ragihandibû ku di beramberî êrişa moşekî de operasyona asmanî bo ser Sûriyê hatiye encamdan.