Rojava News: Serokê Parlamentoya Sûriyeyê Xalid El Abûd ragihand ku Amerîka hemû hêza xwe bo kontrolkirina Rqayê bikar tîne û dibe 2 sedemên vê yekê hene.
El Abûd ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku çend sedemên piştgirî dayîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike bo kontrolkirina Reqayê ya Amerîkayê hene û got: "Amerîka piştî ki ji planên xwe yên kaosa bi kontrol ku ji bo Sûriyeyê amadekiribûn, vegeriyan, xwestin planên xwe yê ‘şervanên terorê' pêk bînin. Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump rêveberiya beriya xwe ya Amerîkayê sûcdar kiribû. Lê biha Trump bi tememî vê yekê dike. Serkeftinên Reqayê dê pozisyona xwe yê li welatê xwe zexm bike."
Li gorî El Abûdê sedemekê din ê Amerîkayê ku ji bo kontrolkirina Reqayê hemû hêza xwe bikar tîne, bandora Moskowê li Sûriyeyê bişkîne ye.
El Abûdê destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê peywirên mezin dan amerîkiyan lê dê ji vî yekê gelek poşman bibin. Lewre dema karê Amerîkayê bidawî bibe dê HSDê bavêje kêlekê.