Print this page

New York Times: Amerîka wê careke din li Sûriyê bixê!

12:52:03

 

Rojava News: Rêveberiya Amerîkayê ragihandibûn ku hikûmeta Sûriyê amadekariya êrişa çekên kimyawî dike. Herwiha piştî vê daxuyaniyê Rojnameya New York Timesê nivîsî ku dibe Amerîka careke din amadehiyan dike ku li Sûriyeyê xîne.

Di nivîsekî ku di New York Timesê hat weşandin de, sedema daxuyaniya Qesra Spî eşkere kiribû ku hikûmeta Sûriyeyê amadehiya êrişeke kimyewî dike, hêj nediyar e.

Di nivîsê de hat diyar kirin ku ev daxuyanî dibe Amerîka careke din amadehiyan dike ku li Sûriyeyê xîne.

Qesra Spî daxuyaniyeke dabû û tê de gotibû ku eger Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û Artêşa wî êrişeke kimyewî yê din pêk bînin, dê berdêla wê gelek girin be.

Piştî ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump îdia kiribû ku Hikûmeta Sûriyeyê di 4ê Nîsanê de êrişa kimyewî li bajaroka Xan Şaxunê pêk aniye û fermana êrişa bi moşekan bo baregeha hewayî ya Sûriyeyê dabû. Hêzên Behrê yên Amerîkayê 49 moşekên Tomahawkê di 7ê Nîsanê de avêtibû Baregeha Şayratê ya Sûriyeyê.