Print this page

Trump û Macron egera êrîşa ser Sûriyê gotûbêjkirin

11:44:55 AM

RojavaNews: Serokê Fransayê Emmanuel Macron daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kir, ku eger hikûmeta Sûriyê çekên kîmawî bi kar anîn, her du welat bersiveke hevbeş bidin wî welatî.

  Di daxuyaniyekê de, Koçka Elysee ragihand, ku Serokê Fransayê bi rêya telefonê li gel hevtayê xwe yê amerîkî Trump axiviye û herdu serokan li ser bersiva hevbeş a li hember Sûriyê li hev kiriye.   Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihandibû, ku bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê ji her aliyekî be, ji bo wan xeta sor e.

   Serokê Fransayê gotibû, ku her dema ku çekên kîmawî careke din li Sûriyê bên bikaranîn dê bersiva wan a leşkerî hebe.   Berdevê Pentagonê Rankîn Galawî, ji Ajansa Anadolê ya Tirkiyê re ragihandibû, ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê guman dike, hikûmeta Sûriyê amadekariya bikaranîna çekên kîmawî li binkeya Şueyratê ya esmanî dike.

  Piştî ku roja 4ê Nîsana rabihurî, hikûmeta Sûriyê çekên kîmawî li Xan Şêxûnê bi kar anî, roja 7ê Nîsanê Amerîkayê Binkeya Şueyratê ya esmanî, bi 59 rokêtên Tomahowk bombebaran kiribû.