Print this page

Dijberên çekdarî ên Sûrîyê dixwazin pêş Astana yê li Enqerê bicivin!

14:57:36

 

Rojava News: Nûnerekî muxalîfên çekdar ên Sûrîyê da xuyakirin ku ew dixwazin berî civînên 4-5ê Tîrmehê yên Astana -5ê ku li ser aştîya Sûrîyê pêk tên, li paytexta Tirkiye Enqerê civîneke amadekarîyê saz bikin.

Nûnerê muxalîfên Sûrîyê: Em ê bi her mudaxeleya Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê kêfxweş bibin

Yek ji nûnerê muxalîfên çekdar ên Sûrîyê Fateh Hassun ji Spûtnîkê re got, "Ji bo amadekarina pêşnîyarên gera nû ya civînên Astanayê, nûnerên muxalîfan wek welatekî garantor pêşnîyar li Tirkîyê kir ku li Enqerê civînekê saz bikin." 

Hassun diyar kir, "Dê ev civîn berî çûyîna Astanayê bi 2-3 rojan bi nûnerên grubên ku diçin Astanayê re were kirin. Dê hevdîtin li ser kordînekirina herêmên ewlekarîyê yên Sûrîyê be."

Hassun herwiha da zanîn ku ew hîn ji bo beşdarbûna Astana-5ê nehatine vexwendin.