10:06:18 PM
RojavaNews: Birîtanya û Firensa doh sêşembê gef li rêjîma Esed xwarin û gotin eger dîsa çekê kîmawî li dijî sivîlan bikar bîne, ew ê hêza leşkerî li dijî wê bikar bînin.
Nûnerê Firensa yê herdemî li Netewên Yekbûyî Firansiza Dîlater got: “Helwesta Firensî derbarê mijarê diyar e, her weha serok Îmanoyêl Makron heftiya borî destnîşan kir ko çekên kîmawî ji bo me xêza sor in.”
Dîlater di daxuyaniyên rojnamevanî de li bargeha rêkxistina navdewletî li Niyûyorkê got ku “nehêlana belavbûna çekên newewî di ezmûnê de ye û yê ko êrîşên kîmawî bike, wê berpirs be di ber karê xwe de û wê li ser karê xwe yê kirêt siza bibe.”
Cîgirê nûnerê herdemî yê Birîtanya li Netewên Yekbûyî balyoz Bîter Wîlson got: “London piştgiriya derbeyên Emerîkî yên dawiyê li dijî rêjîma Esed kir” ji ber ku çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne.
Wîlson di daxuyaniyên ragihandinê de tekez kir ku “eger me nîşanek dît li ser bikaranîna çekên kîmawî ji hêla Esed ve, em ê li gora wan pêzanînan tev bigerin”.
Waşinton doh duşembê ragihand ko “wê zanyarî bidest xistine ku amadekariyên rêjîma Esed ji êrîşeke din re bi çekên kîmawî heye, ya ko dê kuştineke komelî li dijî sivîlan ji nav wan jî zarok û jin pêk bîne.”
Hêjayî gotinê ye ku Emerîka di 7 nîsana borî de bingeha Elşûe’yrat ya asmanî li parêzgeha Humsê bi 59 mûşekên cûreyê Tomahok amanc kiribû, bi sedema ko rêjîma Esed êrîşeke kîmawî dabû ser bajarê Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê û gelek sivîl kuştibûn û birîndar kiribûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Acans