Print this page

Neteweyên Yekbûyî: Li Reqayê 173 sivîl hatine kuştin

09:11:50

 

Rojava News: Netweyên Yekbûyî ragihand ku di vê mehê de 173 sivîl kes li Reqayê di encama êrişên li dijî DAIŞê de hatine kuştin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad el Huseynî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di heyama meha vê Hezîranê de ji ber êrîşên asmanî û operasyonên bejayî yên ku li ser DAIŞê li Reqayê tên encamdan, 173 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Zeyd Raad el Huseynî bal kişand ku hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê êrîşên bejayî zêde kir û di encama van êrîşan de kêm zêde 100 hezar sivîl di tengasiyê de mane.

Huseyn anî ziman ji ber rewşa sivîlên li Reqayê di fikaran de ne û bangî hemû aliyan kir ku bila jiyana sivîlên li Reqayê nexin xetereyê.