09:21:26
Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku ew dê delîlên li ser amadekarîyên Sûrîyê yên bo êrîşên çekên kîmyewî pêşkeş nekin.
Nauert li ser pirseke rojnamevanan li ser daxuyanîyên Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer da xuyakirin, agahîyên amadekarîyên êrîşên çekên kîmyewî ji daneyên îstixbaratê hatine û lewma jî Amerîkayê delîl pêşkeş nekirine.
Berdevka Wezaretê wiha axivî: "Em ê li rojên pêş jî li ser vê mijarê delîlan pêşkeş nekin. Lewra ev wek babeteke îstixbarî tê nirxandin. Hinek caran babetên ku em ji hurgilîyên wan baş tênagihin çêdibin. Lê ti şik jê nîne ku vê mijarê di asta herî bilind de bala Amerîkayê kişandiye ser xwe."
Nauertê herwiha diyar kir ku ew dê bawerîyê bi daxuyanîyên hikûmeta Sûrîyê yên redkirina amadekarîyên êrîşa çekên kîmyewî neyînin û wiha got: "Em dizanin ku rêveberîya Sûrîyê berî niha li hemberî gelê xwe êrîşa çekên kîmyewî kiriye û ev rewş ji bo me sedema endîşeyeke mezin e."