Print this page

NY: Di êrîşa Xan Şeyhunê de gaza sarîn hate bikaranîn

11:44:04

 

Rojava News: Netewên Yekbûyî (NY) derbarê êrîşa kîmyayî ya li bakûrê Sûriyê li Idlibê pêkhatî û bûye sedemê mirina bi dehan kesan de ragehand ku di wê êrîşê de gaza sarîn hatiye bikaranîn.

Rêxistina Çekên kîmyayî qedexe kirinê ya (OPCW) ser bi NYê, bi şahidên bûyerê re piştî ku hin hevdîtin pêkanîn û nimûneyên berdest li ser lêkolîn kirin ragehand: ‘’Gelek kesên ku jiyana xwe di wê êrîşê de ji dest dan an ji gaza sarîn an jî gazeke wek a gaza sarînê jiyana xwe winda kirin.’’

Li gor raporta OPCW; ‘’Li gor encamên derketin ji bo ku gaz waha bi bandor be tenê madeya sarîn wek gazeke kîmyayî ya çek dema bê bikaranîn dikare wisa bi bandor be.’’

Raporta nû ji endamên OPCWê re hate belav kirin, lê raport bi giştî ji raya giştî re nehate belav kirin.

Herwaha hat zanîn NY û OPCW bi lêkolîneke hevpar ve berpirsên êrîşê dê lêpirsîn bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi hinceta hêzên esmanî yên Sûriyê gaza sarîn li balefirekê barkirine û dê bikarbînîn binkeya esmanî ya Şayratê mûşekbaran kiribû.

Li hember vê yekê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad ragehandibû ku bûyer ne rast e û derew e.