Print this page

Çavderîya Sûrîyê: DAIŞ bi tevahî ji Helebê vekişîya

11:48:17

 

Rojava News: Rêveberê Çavdera Mafên Mirovan a Sûrîyê Ramî Abdulrahman ragihand ku DAIŞ ji parêzgeha Helebê vekişîya.

Li gor Çavdera Mafên Mirovan a Sûrîyê ku nêzîkî muxalefeta Sûrîyê ye diyar kir, piştî ku artêşa Sûrîyê rêya gihaneka rojhilatê herêmên Hanaserê û Itriye-Rasafayê kontrol kir, DAIŞ ji herêma dawî ya Helebê jî vekişîya.

Abdulrahman da xuyakirin, "DAIŞ ji 17 bajarok û gundan vekişiya. Rêxistina DAIŞê piştî 4 salên xwe yên li Helebê êdî li derveyî bajêr e."