Print this page

Artêşa Lûbnanê di wargeheke Sûrî de kom kujî pêk anî: 20 kes mirin

12:02:08

 

Rojava News: Artêşa Lûbnanê li ser wargeha penaberan a Arsel ku ji aliyê herêma sînor a Himis-Kusarî ya Lûbnanê ve hatibu ava kirin de girtin. 20 kes ji penaberan bi rengekî hatin qetil kirin û zêdetirî 60 kesan jî ji ber guleberdana berbelav birîndar bun.

Leşkerên Lûbnanê îdîa dikin ku endamê artêşa azad a Sûriyê di wargehêde ne û ji ber wê jî 400 penaber girtin. Ala Mihemed Îbrahîm derbarê mijarê de agahî dan rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê û got: ’’Ber bi sibê ve bê ku em bizanin çi buye, li ser me de gulebaran çêbu, bi dehan zarok, jin birîndar bûn, gunehekî li dijî mirovahiyê hate pêk anîn.’’

Ala Mihemed agahî da ku di wargeha Arsel de 3 hezar û 500 sivîl jiyan dikin. Herwaha diyar kir êrîşa ku li hember vê wargehê pêk hatiye jî piranî kesên ku beşdarî wê bune ji milîtanên Hizbilah pêktên û êrîş heya demjimêr 8ê berdewam kiriye