12:57:06
Rojava News: Rêvebirê pêjgehên rêjîma sûrî Hisên Xenûm roja Înê tekez kir ku rawestandina hin pêjgehan ji ber kêmbûna karmendan e, wek pêjgehên Şamê ku rastî kêmbûna karkiran tê.
Li gor nuçeya Qasîonê: Rûpelên girêdayî rêjîmê lêdwanên Xenûm belav kirin ku diyar dike leşkerkirina ciwanan û kêmbûna karkiran hişt ku rêjîm jinan derbasî pêjgehan bike, tevî zehmetiya wî karî, ji ber dirêjbûn dema kar
Xenûm got : hin keç ji Tertûsê hene di firneyan de serbereştiya kar û karkiran dikin herweha li ser hevîrkeran kar dikirin
Tê zanîn ku deverên jêr destê rêjîmê rastî leşkerkirinê tên, li gel bi dehê hezaran ciwan di girtîgehan de, her weha hin direvin derveyî welêt ji tirsa leşkerkirinê an girtinê