Print this page

Balefirên Rêjîma Sûriyê dergihê Cabir li Urdunê topbaran kir

5:35:16 PM

RojavaNews: Îro roja Şemiyê balefirên şer ê rêjîma Sûriyê dergihê Cabir ê sînorî Di nava xaka Urdunê , yê beramberî Dergihê Nisêbînê li gundewarê Der’aiyê topbaran kir.

Herwiha  Fesîleyên Oposisyonê pêgihên Rêjîmê û Mîlîsên piştevaniya wê dikin bi çekên giran topbaran kirin.

Balefirên şer ê Rêjîma Sûriyê sê êrîşên asmanî birin ser bajarokê Mizêrîb û Bajarokê Nisêbîn li Der’aiyê , di encamêde hijmarek sivîl birîndarbû.

Tê zanîn ku balefirên Israilê di van rojên borî de  pêgihên Hêzên rêjîmê topbaran kirin.