Print this page

Tirkiyê ji bo operasyona Şehba amadekariyan dike!

Rojava News: Artêşa Tirkiyê gundên li devera Şehba ya Rojavayê Kurdistanê ji xelkê vala dike û amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li wê deverê dike.

Li gor welatiyên wê deverê ragehandîn“Artêşa Tirkiyê xelkê ji taxa Başûr û taxa Rojava yên bajarokê Mariê vala dike. Herwiha gundên Hizwan, Sosyan, Numan, Birc, Kiêbê, Kefir Kelbîn, Til Malid, Silsanê, Eble û Twêhînê jî ji gundiyan vala dike, armanca artêşa Tirkiyê ji wê pêngavê ew w, ku dest bi operasyoneke leşkerî li devera Şehba dike.

Ev gava artêşa Tirkiyê di demekê de ye, ku medyayên Tirkiyeyê ragihandibûn, Arteşa Tirkiyeyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

Di heman demê de jî, Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak ragihandibû ku, divê YPG li Afrînê were jinavbirin.

Tê zanîn jî, duh Artêşa Tirkiyê pireya Heşarge û gundê Qere Baba yên li navçeya Reco bi mûşekên Katyuşa û topên Hawinê armanc dike.