10:29:01
Rojava News: Hate ragihandin ku li Qada Tehrîr a naverasta Şamê paytexta Sûriyeyê êrîşeke xwekujî hatiye kirin. Li gorî agahiyên destpêkê êrîş bûye sedema mirina gelek kesan.
Çavkaniyeke ewlekariyê ragihandiye ku; hêzên ewlekariyê berî teqînê ketibûn du wan kesen bombebarkirî.
Li gorî agahiyên heman çavkaniyan dane, di encama wê teqînê de çend welatî hatin kuştin û birîndar bûn.