Print this page

Rojnameyeke Emrîkî rewşa Sûriyê wekû şerê Esbaniya wesfkir

5:48:53 PM

RojavaNews: Rojnameya Washington Times ya Emrîkî dibîne ku kirîza Sûriyê berv xirabûnêve diçe, û dibin egera destêwerdana aliyên herêmî û Navnetewî bi taybetî Wîlayetên Yekgirtî û Israil zêdebibe .

Herwiha Rojnameyê got ku beşdariya Amerîka û Îsraîlê di şerê li Sûriyê de, niha bivêneyevê ye.

Rojnameyê şerê Sûriyê wekû şerê li Esbaniy di sala 1936 ta 1939 wesfkir.

Herwiha Rojnameyê diyar kir ku, rêvebiriya Donald Tiramp ta niha neketiya nakokiya bi Rûsya û Îranê re , lê hêzên asmanî yên Emrîkî balefirike şer ya bi ser rêjîma Esed ve xista xwar ev yek wek destêwerdaneke Emrîkî di şerê Sûriyê de ye, jib o parastina berjewendiyên Emrîkî.