11:10:10
Rojava news: Rêveberek opozîsyonan Sûriyê ragehand ku rêxistina terorîst a DAIŞê kurê fermî yê Îranê ye.
Serokê Tevgera El-Xedî ya dijbereya Sûriyê Ehmed Cerba ji rojnameya Şerqulewsetê re ragehand, Îran rikberiyê li gel hemû welatên navçe û cîhanê dike.
Ehmed Cerba ku yek ji rêveberên dijbereya Sûriyê ye dibêje, Îran dixwaze sînorên di navbera Îran û Sûriyê de bigre ku bi asanî bigehe milîsên nêzîk xwe yên li Sûriyê û Lûbnanê.
Ew rêveberê dijbereya Sûriyê dibêje, DAIŞ yek ji berhemên destverdanên Îranê ye li Iraqê û DAIŞ kurê şer-î yê Îranê ye.