Rojava News: Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûrî ragihand ku 20 DAIŞ bi lêdana firokeyan hatin kuştin.
Îro roja înê 13-2-2015`an, li bakurê Sûriyê di encama lêdana ezmanî ya firokeyên hevpeymanan ku bi serokatiya Emerîkayê cih û wargehên terorîstên DAIŞê bombebaran dikin de, 20 çekdarên DAIŞê hetine kuştinê.
Ramî Ebdurihman ku serokê rêxistina Rewangeha Mafêpn Mirovan ya Sûrî ye, dibêje ku nêzîkî 19 teqînên hejandinê pir bihêz li navçeya El-Şedadê ya başûrê Qamîşloyê hatine encam dan û ji bilî 20 çekdarên DAIŞê kesekî sivîl jî jiyana xwe ji dest daye.