01:08:20
Rojava News: Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê, Kolonêl Ryan Dillon ragihand, ku şêwirmendên leşkerî yên Amerîka operasyonan li bajarê Reqayê li Sûriyê encam didin.
Ryan Dillon eşkere jî kir, ku piraniya wan jî hêzên taybet in û karê şêwirmendiyê û şopandinê ji hêzên Sûriyaeya Demokrat dikin, ji bo ku rûbirûyî êrişên DAIŞê bibin.
Dillon got, ew bi awayekî rasterast şer nakin, lê ew hemahengiyê bo êrîşên esmanî dikin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî da xuyakirin, ew têbînî dikin ku niha DAIŞ zêdetir firokeyên dron ên bombekirî bi kar tîne û tekez kir, ku wê rêxistinê heman taktîk li Mûsilê jî bikar anîbû.
Hêzên Sûriyeya Demorkatîk bi piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê, operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ku weke paytexta DAIŞê li Sûriyê tê naskirin, dest pê kirine û heta niha çend taxên vî bajarî stratejîk ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.
Ji bo ku operasyona Reqayê dest pê bibe, Amerîkayê bi dehan kamyon çek û teqemenî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şandin û li ser şandina çekan bow ê hêzê berdewam e.