Print this page

Hicab : Daketin ji derketina Beşar Esed ji desthilatê tune ye

5:04:23 PM

RojavaNews: Hevrêzkerê giştî yê desteya bilind a danûstendinê ya rikberiya sûrî Riyad Heicab li ser rûpela xwe di Tiwîterê de belav kir ku "xelkên Sûriyê gotina xwe li barê Beşar Esed û hevkarên wî gotine, û ne ji mafê me ye ku em ji wan daxwazên gelê sûrî dakevin"

Herweha got:" daketin ji daxwaza derketina Beşar Esed û kesên ku tawan derheqê gelê sûrî kirine tine ye"

Û li barê axavtinên Cinêvê7 Hicab tekez kir ku " lêdwanênên balyozê rûsî li Cinêvê ku şandeya rikberiyê tawîz dane qet ne rast in "

Tê zanîn ku gera 7 ji danûstendinên Cinêvê peştî dirêjahiya 5 rojan bi dawî bû, bêyî ku ti pêşketin bê bidestxistin, an rikberî ji daxwaza derketina Beşar Esed ji desthilatê