Print this page

Koçberên ji Dêrazorê direvin ji tîna dimrin!

14:00:12

 

Rojava News: Doh êvarî 3ê jin û du zarokê ku ji Dêrazorê ber bi bajêrê Hesekê ve reviyan ji ber nebûna avê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên berdest; Grubek kesên ku bi reya qeçaxçiyan ji deverê di bin kontrola DAİŞê yê Dêrazorê reviyan li Başûrê Hesekê jib ê avî mirin.

Hat zanîn ew li başûrê Hesekê bê av mane û qeçaxçiya jî ew tevî ku perê wan jî stendibûn ew bi cîh hiştine û çûne.

Tê zanîn ku pêlên penaberan ji deverên jêrî kontrola DAİŞê ji ber topbaran û şer bi aliyê deverên jêrî kontrola şervanên HSDê direvin.

Hêjaye gotinê ku DAİŞ derketina sivîlan ji deverên xwe qedexe dike, û cezayan li ser qeçaxçiyan datîne, û dighêjin serjêkirinê jî.