Print this page

Hevpeymaniya Navdewletî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên biyanî li Reqayê ne

12:17:43

 

Rojava News: Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, li Reqayê nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên biyanî di nava DAIŞê de hene.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dilon di zincîreyeke tiwîtan de ragihandiye, ku niha nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên biyanî di nava Reqayê de hene.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kariye di hefteya borî de 16.5 K.M ji bajarê Reqayê kontrol bike ji destpêka operasyonê de û heya niha kariye 45 ji sedî ji bajarî kontrol bike.