Print this page

Hevepeymaniyê li Meyadin malek bombarankir: Kuştî û birındar hene!

 

12:29:19

Rojava News: Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî doh rojhilata Dêrezorê li bajarê Meyadînê êrîş bire ser malekê ku çekdarên DAIŞê ew wek girtîgehekê bikar tanî

Li gor jêderên xwecihî di encama topbaranê de bi dehan girtî hatin kuştin û birîndar bûn, û hin çekdarên DAIŞê jî hat kuştin

Herweha îro sibehê jî balafirên cengî heman bajar topbaran kirin, û hejmarek welatî hatin kuştin û birîndar bûn  

Bajarê Meyadînê yê li rojhilata bajarê Dêrezorê dikeve ji aliyê balafirên rûsî û yên Hevpeymaniyê tê bombbarankirin, ku di encamê de nêzî 300 kesî di kêmî 2 mehan de hatine kuştin