Print this page

Dijbereya Sûriyê pêwîst e Reqa radestî me bê kirin

12:11:12

 

Rojava News:

Dijbereya Sûriyê li Stenbolê derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Berpirsên opozîsyonê daxwaz dikin ku Reqa piştî rizgarkirinê radestî opozîsyonê were kirin.

Berpirsên Dijbereya Sûriyê li nivisîngeha xwe ya li Stenbolê rûdanên dawî yên li Sûriyê bi civîneke çapemeniyê nirxand. Di civînê de behsa şerê li dijî DAIŞê li Reqayê kir, guftûgoyên li Astana û Cinêv û çawaniya birêvebirina hin deverên ku hêj dahatûya wan nediyar in hatin kirin.

Endamê Desteya Siyasî ya Dijbereyê Hadî Elbehra di axaftina xwe ya televizyona K24ê de got:“Piştî azadkirina Reqayê pêwîst e niştecîhên Reqayê vegerin malên xwe. Dûv re li ser ewlehiya bajêr biryarek  bê dayîn. Pêwîst e piştî bidawîbûna şer, milîs û çekdar Reqa bi cih bihêlin. Em qebûl nakin ku birêvebirina Reqayê ji aliyê milîsan ve bê kirin. Pêwîst e Reqa radestî hêzên opozîsyonê û xelkê wir bê kirin.”

Di dema operasyonan de kuştina sivîlan jî wek mijareke sereke di civînê de hat gengeşekirin

Dijbereya Sûriyê ragihand ku sivilên ku di şer de dibin qurban ew dilgiran dikin.

Destêwerdana Hizbullah di Qelemona Rojhilat de û koçberkirina xelkên deverê ji aliyê Dijbereyê ve bi tundî hat şermezarkirin. Herwiha, rexne li dorpêçkirina Kampên Ersalê û hewlên koçberkirina penaberên Sûriyê û neçarkirina wan ji bo vegerin hembêza Rêjîmê û Hizbullah jî hat kirin.