Print this page

Li Şamê 30 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

13:53:52

 

Rojava News: Hêzên dijbereyâ Sûrî îro sibehî li devera Menaşir li rojavayê taxa Cober ya Şamê 30 leşkerên Rêjîma Sûrî ji endamên tabûra Çaran kuştin û hejmareke birîndar kirin,

Hate zanîn; di dema ku Rêjîmê bi roketan tax dikire  ermanc şer û pevçûn di nav hêzên Rêjîmê û dijbereya Sûrî de li dora taxê derketin.

Li bajaroka Eyn Terma ya li Xuteya Rojhilat di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de şer bi saetan dewam kir û di encama topbaran rêjîmê de hin sivîl bûn qurban.

Dîsa di hewldana rêjîmê ya ketina Taxa Cober a Şamê de 30 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.