Print this page

Civîna Riyadê hat paşxistin

2:01:14 PM

RojavaNews: Jêderna ji Opozisyona Sûriyê ragihandine ku, civîna Riyadê ya ku , biryar bû di îro de were li darxistin hat paşxistin , Ji ber sedema paşxistina gihandina Şandeya pilatforma Moskoyê.

Herwiha wan jêderan amejekir ku, pirsgirêkên locistî bûna sedema paşxistina gihandina şandeyê , ku biryar bû  beşdarî civînên Opozisyonê bibin.

Her li gor wan jêderan ku, civîn dê nûnerên pilatforma Moskoyê û Qahîre  û aliyên din yê Opozisyonê wê li hev kombibin, û desteya bilin ya gotûbêjan hewldide ku şandeke yekbûyê amade bike ji bo gotûbêjên Cinêvê li ser daxwazên navnetewî.

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştîmanî  Ebdilbasit Hemo ji RojavaNews re ragihand ku ,Mosko dudiliyê ji bo amedebûna wan ji civînê Riyadê rê dikê û, dixwaze civînan bibe Cinêvê, xuyadike ku nakokî di navbera pilatforma Moskoyê de heye.

Herwiha Hemo got ku, pilatforma Qahîre nêzîkî desteya bilind de di nerînên xwe de.

Pilatforma Moskoyê ya nêzîkî Rûsiyê merc kirbû ku , cihê gotûbêjan bibe cinêvê.

   Herwiha wan jêderan diyar kir ku , civîn armanca wê nêzîkbûna nerîna ye di navbera hersê aliyan de, li ser hemû mijaran bi  rêjîma Sûriyê re.

A.H