Print this page

Dêrezorê: Di bombebarana Rûyayê de 200 DAİŞİ hatine kuştin

12:35:23

 

Rojava News: Li gorî daxuyaniya Wezareta berewani ya Rûsyayê di bombebarana frokeyên Rûsî de li Dêrezorê nêzîkî 200 DAİŞî hatine kuştin.

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê konvoya terorîstên DAIŞî bombebaran kir, di êrişê de 20 wesayîtên rêxistinê ku tank û navgînên zirxî jî di nav de bûn hatin rûxandin û herî kêm 200 milîtan hatin kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistina terorîst li baregeha xwe ya li Sûriyeyê dixwest dîsa kom bibe. Konvoya rêxistinê dema li herêmê ber bi Dêra Zorê ve hereket kir, rastî êrişa balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Rûsyayê hat.

Li gorî daxuyaniyê, di konvoya DAIŞê de ji xeyrî wesayîtên veguhestinê tank û navgînên zirxî jî din av de zêdetirî 20 wesayît hatin rûxandin û dora 200 milîtanî jî hatine kuştin.

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu jî di axaftina xwe ya derbarê êrişê de got: "Têkçûna DAIŞê li Dêra Zorê ji bo têkçûna li temamê Sûriyeyê gelekî girîng e."

Ş.A