Print this page

Dijbereya Sûriyê li Siûdiyê gotûbêja çarenivîsa Beşar Esed dike!

12:48:23

 

Rojava News: Dijbereya Sûriyê di civînin ku li Riyadê hatin pêşxistin de çareseriya rewş û pêşerojê serokê rejîma Sûriyê  Beşar Esed goftugo dikin.

Grubên Dijbereya Sûriyê Îro 21.08.2017ê  li Riyada paytexta Erebistana Siûdî kom dibin û biryare di civînê de şandeke hevbeş a yekgirtî bo danûstandinên dema pêş a Cênêvê pêkbînin.

Ew grubane di wê civînê de gotûbêja pirsên pêşerojê ya serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed a desthilata wî ya li Sûriyê dikin û pêkanîna şandek hevbeş û yekgirtî bo civînên Cênêvê gotûbêj dikin.

Ji destpêkê ta niha 7  danûstandinên Cênêvê di navbera rejîma Sûriyê û Dijbereya Sûriyê li Cênêvê pêkhatin, ku çareseriyek bo şerê navxweyî yê Sûriyê bibînin û biryare di dawiya vê mehê de gerek din ango gera heştemîn a danûstandinên Cênêv birêve biçe.

 

Ş.A