Print this page

De Mistura: Hikûmeta Sûriyê êrişên asmanî radiwestîne

Rojava news: Şandeyê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihand ku, Hikûmeta Sûriyê razî bûye êrişên asmanî li bajarê Helebê rawestîne ji bo ku di dema 6 heftiyan de şer û pevçûnên li wî bajarî bi dawî werin.


De Mistura di kongreyeke rojnamevaniyê de li New Yourkê aşkere kir ku bombebaran, êrişa bejayî û topbaran wê 6 heftiyan li Helebê bê rawestandin.


Lê derbarê ragihandina rawestandina şer li Helebê, De Mistura got: “Em li benda biryara fermî ya Şamê ne ji bo rawestandina şerê li wî bajarî.”


Şandeyê navdewletî ji bo Sûriyê wiha domand: “Emê di demeke nêzîk de vegerim Şamê û serdana Helebê jî bikim piştî ku rêkeftina dawî ya derbarê rawestandina şer li Helebê pêk were.”


De Mistura herwiha bal kişand ku ew hêvî dike hikûmet û dijbereya Sûriyê alîkariya Neteweyên Yekbûyî bikin.