Print this page
Beşar Esed  nameyek  sersaxiyê bo koça dawî ya Celal Talbanî dişîne

Beşar Esed nameyek sersaxiyê bo koça dawî ya Celal Talbanî dişîne

7:49:11 PM 

RojavaNews: Serokê Sûriyê, Beşar Esed,nameyek sersaxiyê bi boneya koça dawî ya serokê Îraqî yê berê, Celal Talbanî şand, Fuad Masom name wergirtibû  û di naveroka namê ya serokê Sûriyê şandiye hatibû:"Birêz serok Mihemed Fuad Masom, serokê komara  Îraqê piştî silavê..

Bi êş û xemgînî nûçeya mirina birêz  Celal Talbanî me wergirt ku ew di buyerên du dewletan de jiyana xwe bi rûmet û dilsozî kiribû û  bi rengekî baştir berjewendiyên wan diparast  û ew wefedarbû ji prensîpên xwe ku ji wan destpêkiribû û wî hezkirina dostan û rêzgirtina dijberiyan qezenckiribû.

Esed di nameya xwe de xuyakir:"Serok Celal Talbanî cihekî taybet di dilê miletê Sûriyê standibû ji ber dilsoziya wî bi hemo kesên ku ew naskiribû û vêre karkiribû, û em îro sersaxiyê ji hedu miletên Îraqê û Sûriyê dixwezin û em bi bawerin ku rêbaza wî li ser bingeha jiyana hevbeş û yekrêziyê hatibû dirustkirin û wê berdewam be ji bo berjewendiyên herdu  dewlet û miletan".

Serokê Sûriyê got:" Bi navê miletê Sûriyê û bi navê xwe vê nameyê ji cenabê were û ji miletê Îraqê re û malbata ya koça dawî kirî dişînim û ji dilde ez sersaxiyê ji were dixwezim û bi hêvîme xweda bi dilovaniya xwe şabike û cihê wî bihuşta rengîn be û xweda sebir û bêhna fereh bide we".

Qadî