7:47:04 AM
RojavaNews:Medyaya ser bi opozisyona sûrî ragihandiye ku di rojên bê de civîneke berfireh li Riyada paytexta Siûdiyê tê lidarxistin. Di vê civîna berfireh de, nûnerên gelek rêxistin û aliyên siyasî û serbazî hatine agahdarkirin ku li vê civînê beşdar bibin.
Çavkaniyên opozisyona sûrî nîşanê bi wê yekê didin ku mebest ji vê civîna berfireh ew e ku opozisyon bi yek şandê beşdariyê di hevdîtinên Cenêvê de bike. Ev yek jî bi erêkirina hikûmeta siûdî ye, ku ew ji demekê ve kar li ser vê yekê dike û dixwaze ku opozisyona sûrî, bi hemû aliyên xwe, bi yek şandê û yek helwestê tevlî hevdîtinên Cenêvê bibe.
Li gorî hin şirovekarên siyasî yên nêzîkî Siûdiyê, tê diyarkirin ku armanca Siûdiyê ew e ku rê li ber destêxistinên Îranê di rewşa Sûriyê de bigire û çalakiyên wê li vî welatî têk bibe, di demekê de ku hin hêz û aliyên siyasî xwe disipêrin Îranê û rêgiriyê li ber hevgirtina opozisyên dikin.
Heta niha bi awayekî fermî nehatiye tekezkirin, lê li gorî zanyariyan, tê pêşbînîkirin ku 22-24ê vê meha Mijdarê li Riyada paytexta Siûdiyê, civîneke berfireh ji bo aliyên opozisyona sûrî bê lidarxistin. Di vê civînê de wê kar bê kirin ji bo dirustkirina şandeke hevgirtî ji opozisyona sûrî ku wê beşdariyê di civînên Cenêvê de bike.
Çavkaniyekê ji opozisyona sûrî ragihandiye ku erega wê yekê heye ku 144 nûner li civîna berfireh a Riyadê amade bin û babeta dirustkirina şandeke hevbeş ji bo Cenêvê gotûbêj bikin.
Ji aliyên ku heta niha hatine binavkirin, Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Opozisyona Sûrî, hejmarek ji grûpên çekdar, Desteya Tensîq, kesên serbixwe, Platforma Qahîreyê, Platforma Moskoyê.